Daxuyaniya HUDA PARê ji Arinç!

15 nîsan 2023 17:01
Daxuyaniya HUDA PARê ji Arinç!

PeyamaKurd – Serokê Berê yê Meclisa Tirkiyê Bulent Arinç diyar kir, “Helbet Serokê Giştî yê HUDA PARê û hevalên wî jî hevalên me yên berê ne. Yanî ew hevalên ku em di nava Partiya Refahê de bûn, bi wan re kar dikirin.”

Bulent Arinçê ku di merasima danasîna Namzetên Wekîlên Serdema 28emîn a AK Partiyê ya Manîsayê de axivî, piştî danasîna Serokê Parêzgeha Manîsayê ya HUDA PARê Saît Seyîtoglu ev daxuyanî da.

“Helbet Serokê Giştî yê HUDA PARê û hevalên wî jî hevalên me yên berê ne. Yanî ew hevalên ku em di nav Partiya Refahê de bi wan re xebitîn in. Guh nedin gotegotên di medyayê de. Ew mirovên pak û welatparêz ên vî welatî ne.”

Arinç da zanîn ku "Hilbijartineke dijwar bû" û wiha got: "Ti bijardeyên me ne hêsan bûn. Me bi çi re têkoşîn kir, me çi tabû şikand. Me ji bo welatê xwe, bi taybetî yên di temenê xwe de çi fedakarî kir, şahid in."