Daxuyaniya AK Partiyê li ser tifaqa bi HUDA PARê re
PeyamaKurd – Alîkarê Serokê Giştî yê AKPê Numan Kurtulmuş derbarê îddîayên ku wê HUDA PAR bibe Tifaqa Gel de jî wiha got: "Hêvîdar im ku yek ji partiyên din, HUDA PAR jî beşdarî vê îtifaqê bibe. Weke Tifaqa Gel em ê meşa xwe di vê îtifaqê de bidomînin."
Kurtulmuş got, "Em di wê baweriyê de ne ku geşedana vê tifaqê di berjewendiya Tirkiyeyê de ye. Bi hêviya ku yek ji partiyên din, HUDA PAR jî beşdarî vê tifaqê bibe. Weke Tifaqa Gel em ê meşa xwe ya di vî warî de bidomînin."
"Hêvîdar im ku HUDA PAR beşdarî îtifaqê bibe"
Kurtulmuş diyar kir, berfirehkirina Tifaqa Gel di berjewendiya Tirkiyeyê de ye û got.
"Birêz Bahçelî jî serdana Serokomarê me dike û Serokomarê me jî careke din ziyaret dike. Helbet di civînê de li ser hilbijartinan jî hat axaftin. Pirsgirêkên ku Tirkiye di qada navneteweyî da pê ra rû bi rû ye jî hatin gotûbêjkirin.
Trafîka danûstendinê ya pir erênî ya ku pirsgirêkên di navbera her du partiyan de nêzîktir dike, her du rêberan jî bi hurmetî li hev guhdarî kirin nêrînên xwe parve kirin. Pergala nû 50 +1 hewce dike.
Jê re tifaq tê gotin. Em di wê baweriyê de ne ku pêşxistina vê tifaqê di berjewendiya Tirkiyê de ye. Bi hêviya ku yek ji partiyên din, HUDA PAR jî beşdarî vê tifaqê bibe. Weke tifaqa gel em ê meşa xwe ya di vê çarçoveyê de bidomînin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin