Daxuyaniya HSDê li ser bombebaranên Hêzên Çekdar ên Tirk!

15 rêbendan 2024 14:59
Daxuyaniya HSDê li ser bombebaranên Hêzên Çekdar ên Tirk!

PeyamaKurd – Bombebarana balafirên şer ên Artêşa Tirk a li dijî Rojava di roja duyemîn de didome. HSDê di daxuyaniya xwe ya têkildarî bombebaranan de diyar kir ku "Êrîş wê bê bersiv nemînin."

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî bombebarana artêşa Tirk a li ser Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de, daxuyaniyên Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) ya ku dibêje şervanên wan di êrîşên berdewam ên li dijî Rojava de şehîd bûne, hatin redkirin.

Di daxuyaniyê de ev gotinên jêrîn hatin bikaranîn:

“Em diyar dikin ku ev îdia bêbingeh in. Ev îdîa amûrên daîmî yên dagirkeran in. Dagirker bi van wesayîtan bi bombekirina binesaziyê, navendên xizmetê, cihên niştecihbûnê û debara jiyanê hewl didin sûcên xwe veşêrin. Belgeyên vîdyoyî îspat dikin ku ev sûc ji hemû îdîayên dubare yên dewleta Tirk a dagirker mezintir û zelaltir in. Ev belge rasterast dewleta Tirk sûcdar dikin."

‘Em ê gelê xwe û axa xwe bi hêztir biparêzin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku balafirên şer û balafirên bêmirov di du rojên dawî de saziyên enerjiyê, îstasyonên elektrîkê, embarên genim, îtfaiye, malên sivîlan, baxçe, debara jiyanê, rêyên sereke û derdora bajaran bombebaran kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama bombebaranan de wêraniyeke mezin çêbûye, hat diyarkirin ku xizmetên enerjî, elektrîk û av jî ji bo bi sed hezaran kesî nehatiye dayîn. Û hat gotin ku ev bombebaranên ku sivîlan dikin armanc "tawanên şer" bûn.

HSDê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê bersivê bidin bombebaranan.

“Em tekez dikin, mafê me yê rewa ye ku em bersiva êrîşan bidin. Em ê gelê xwe û axa xwe ji her demê bi hêztir biparêzin. Şervanên me wê êrîşên dewleta Tirk a dagirker bê bersiv nehêlin.”