Daxuyaniya Amerîka ya derbarê krîza Sûriyê û komên çekdar de
PeyamaKurd –Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan ragihand ku ji bo çareserkirina krîza Sûriyê bi aktorên herêmê re hevdîtinan dikin. Sullivan got, "Em bi partiyên herêmî re di têkiliyê de ne da ku çareseriya herî baş li herêmê bibînin."
Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan ji çapemeniya welatê xwe re axivî û bûyerên dawî yên li Sûriyê, ewlehiya herêmê û zêdebûna rageşiyê nirxand.
"Parastina sivîlan, di nav de hindikahiyên olî, armanca me ya bingehîn e."
Sullivan got, "Armanca me ew e ku em biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî yên ku aştî û aramiyê li Sûriyeyê pêk tîne, bi cih bînin. Armanca me ya bingehîn parastina sivîlan, bi taybetî jî kêmîneyên olî ye."
Jake Sullivan diyar kir ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bi salan e ji aliyê rêveberiya Esad ve bi piştgiriya Rûsya, Îran û Hizbullahê dewam dike û wiha got: “Vê rewşê alozî li herêmê zêde kiriye û lawazbûna bandora van aktoran dibe sedem ku komên din li derfetan bigerin. Tişta ku di van rojên dawî de qewimîn, mînakeke zelal a vê rewşê ye.”
"Em bi partiyên herêmî re di têkiliyê de ne da ku çareseriya herî baş bibînin."
Jake Sullivan ragihand ku ji bo çareserkirina krîza li Sûriyeyê bi aktorên herêmê re di nava danûstandinan de ne. "Em bi partiyên herêmî re di têkiliyê de ne da ku çareseriya herî baş li herêmê bibînin."
"Şanda Tehrîr el-Şam di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye"
Derbarê Heyet Tehrîr El-Şam ku dest bi êrîşan li ser Helebê û hin herêmên Sûriyê kir Sullivan got, "Ev kom di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye û çalakiyên wê li herêmê ji nêz ve tên şopandin."
Di êrîşan de hejmara miriyan zêde dibe
Li gorî çavkaniyên herêmî di êrîşên dawî de herî kêm 327 kesan jiyana xwe ji dest dane ku piraniya wan ji komên çekdar in.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin