Davutoglu ji Erdogan re sûr kisand: Pêwîstî bi feraseteke nû…
PeyamaKurd – Serokwezîrê berê û yek ji damezrînerê AKPê Ahmet Davutoglu ku di nav hewldana damezrandina partiyeke nû de ye, têkçûna di hilbijartinên Stenbolê de bi bîr xist û got ku girseyên mezin ji AKPê qut dibin û çi gefan li dijberên xwe bixwin jî nikarin têkçûnê rawestînin.
Davutoglu di civîna ligel bajariyên Elezîzê de gotarek pêşkeş kir û rexneyên tund li AKPê û rêveberiya partiyê ku Serokê Giştî Serokomar Recep Tayip Erdogan e kirin.
Davutoglu got, “Êdî ne dema bêdengmayînê ye. Ne ew dem e ku tiştên hûn li pişt deriyan dibêjin, li pêş civakê veşêrin e. Me çi şaşî kirin ku em hatin vê astê? Bi cudabûna çend kesan ji partiyê, ew partî parçe nabe. Di zemînê de heger cudabûna girseyên mezin dest pê bike, hûn nikarin pêşiyê li wê têkçûnê bigirin.”
Ahmed Davutoglu nameya Ocalan a berî hilbijartinê jî bibîr xist û diyar kir, “Piştî ku her kesên wekî wan nafikirin tohmeta terorîstiyê li wan kirin, serlêdana Îmraliyê dûrketina ji wijdanê gel e. Heta ev neyê çareserkirin, nikarin xwe bidin ser hev. Pêwîstî feraseteke nû ya siyasî heye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin