DAISê êrîsî hêzên rejîmê kir û qadeke mezin xist kontrola xwe

20 berfanbar 2019 00:42
DAISê êrîsî hêzên rejîmê kir û qadeke mezin xist kontrola xwe

PeyamaKurd -  Çavdêriya Suriye ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku şeva borî çekdarên DAIŞê êrîşeke mezin bir bingehên artêşa Sûriyê de pêk anîne.

SOHRê di raporta xwe de diyar kir ku DAIŞÊ li başûrê Dêrazorê bi ser bingeheke leşkerî ya artêşa Sûriyê de girtiye û qadeke mezin jî xistiye jêr kontrola xwe.

Herwiha hat ragihandin ku karwaneke hêzên Amerîka û Brîtanyayê jî ber bi qadên petrolê yên Dêrazorê çûne.