Terorîstên DAISê li Mûsilê êrîsî hêzên Hesda Seibî kirin
24 gulan 2022 15:08
PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê li Mûsilê êrîşî hêzên Heşda Şeibî kirin û di encamê de heft çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin.
Çavkaniyên ewlehiyê yên li Mûsilê diyar kirin, terorîstên DAIŞê rewşa hewayê û pêla tozbarînê ya li Iraqê weke derfetek dîtine û êrîşî yekîneyên serbazî û ewlehiyê yên Iraqê kirine.
Şaneya Ragihandinê ya Heşda Şeibî eşkere kir, şeva borî hêzeke ser bi Lîwaya 44 a Heşda Şeibî rûbirûyî êrîşeke DAIŞê bûye û li gor daxuyaniyê, êrîş li sînorê navçeya El Hezer ya Mûsilê rû daye.
Herwiha li gorî agahiyan, herî kêm 7 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Terorîstên DAISê êrîsî hêzên Hesda Esayirî kirin
20 nsn 2022
Jiyan
Terorîstên DAISê êrîsî 2 pêgehên hêzên hikûmeta Samê kirin
13 rbn 2022
Jiyan
Terorîstên DAISê êrîsî xaleke hêzên Iraqê kirin
13 îln 2021
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin