DAISê êrîsî Hesda Seibî kir: 7 kustî…

13 berfanbar 2019 21:11
DAISê êrîsî Hesda Seibî kir: 7 kustî…

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşa şeva borî ya çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê bi ser bingeheke leşkerî ya Heşdî Şeibî li parêzgeha Selahedîn de, 7 çekdarên Heşdî Şeibî hatine kuştin.

Li gorî zanyariyan êrîş li girava rojavayê Samera rû daye û li gorî hinek çavkaniyan jî êrîş bi otombêleke bombekirî ku xwe bi hêzên (Seraya Selam) a ser bi Muqteda Sedir de teqandiye hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku piştî teqînê êrîş û şer destpê kiriye û di encam de 7 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin.

Heşda Şeibî jî piştî êrîşê ragehand ku hêzên lîwaya 314 a ser bi Seraya Selam de bersiva êrîşa çekdarên DAIŞê dane.