DAISê 30 leskerên bi ser rejîma Sûrî ve kustin
PeyamaKurd – Tê ragihandin ku DAIŞ li dorûbera parêzgeha Dêrazor a Sûriyê her diçe çalaktir dibe û di nav hefteyekê de jî 30 leşkerên girêdayî rejîma Sûriyê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) herî dawî bombeyeke vedayî ya çekdarên DAIŞê li beyabana Dêrazorê bi karwana Lîwa Qûds a Filistînî de teqiya û 5 çekdar hatin kuştin û Fermandarê Lîwayê yê beşa Dêrazorê birîndar bû.
SOHRê diyar kir ku li gundewarê rojhilata Dêrazorê jî çekdarên DAIŞê êrîşî ser hêzên rêjîma Sûriyê kirin û 2 efserê wan kuştin.
Herwiha SOHRê da zanîn ku di berdewamiya çalakiya çekdarên DAIŞê li parêzgeha Dêrazorê de, ji 20ê vê mehê ve 30 leşkerên rêjîma Sûriyê û hêzên ser bi wê ve hatine kuştin.
Dîsa li gorî SOHRê çend roj berê jî çekdarên DAIŞê êrîşî kargeha gazê ya li beyabana Humsê kirin û 4 welatiyên sivîl kuştin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin