DAISê 3 leskerên rejîma Sûrî kust

01 nîsan 2020 23:58
DAISê 3 leskerên rejîma Sûrî kust

PeyamaKurd - Li gorî ragihandina SOHRê rejîma Sûriyê agirbesta 5ê Adarê ya Moskowê ku 27 roj bi ser de çûne binpê dike û êrîşên ser komên çekdar berdewam dike.

Çavdêriya Mafê Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên rejîma Sûrî, deverên Kensefra, Kefer Iweyid û hin deverên din li gundewarê başûrê Idlibê, bi moşekan kirin armanc.

Derbarê êrîşa dawî de, li ser ziyanên canî ti agahî nehatine belavkirin.

Piştî êrîşa rejîmê çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam jî li bajarokê Canodiye yê Cisir El-Şixûr, kesek bi tawanbariya hevkariya bi hêzên rejîmê re kuşt.

DAIŞê 3 leşkerên ku revandibûn kuşt

Herwiha SOHRê diyar kir ku DAIŞ jî li gundê Reşwaniyê yê Humsê, yek jê payebilind 3 leşkerên rejîma Sûrî piştî ku ew revandine kuştine.