Dagera Pêsmerge ji bo Kerkûkê mafê xelkê Kurdistanê ye

16 îlon 2021 01:05
Dagera Pêsmerge ji bo Kerkûkê mafê xelkê Kurdistanê ye

PeyamaKurd – Berdevkê hukumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil piştî civîna encumena wezîran ji bo çapemeniyê agahiyan da. Adil di agahiya xwe de ragihand ku îstîqrara Herêma Kurdistanê ji bo berjewendiya temamê herêmê ye û dagera Pêşmerge ya bi koordinasyona bi rêvebiriya Iraqê re, ji bo Kerkûkê weka mafê xelkê Herêma Kurdistanê dibînin.

Cotyar Adil li ser êrîşên ser balafirgeha Hewlêrê ragihand ku lêkolînên di derbarê êrîşan de bi koalisyona navdewletî re dewam dikin û piştî lêkolîn bi dawî bibe, çi pêwist be wê li gor wê biryarê bidin.

Li ser tevgerên DEAŞ ê yên li Kerkûkê û li deverên Kurdistanî yên di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de, got ji bo ber li DEAŞ ê bigrin, divê koordînasyon hebe.

Adil, ragihand ku di civîna encumena wezîran de behsa bihayê benzîn û berhemên petrolê hatiye kirin û li ser xizmetguzariya hukumetê got ku hukumet di 2 salên borî de, ji bo xizmetên bingehîn 300 mîlyar Dînar veqetandiye.