Dadwerê ku Amedspor cezakiribû dê îro pêşbirkê bi rêve bibe
Amedspor di rêya şampiyoniyê de di qonaxeke gelek girîng re derbas dibe. Amedspor hewl dide di hefteyên dawî yên dansalê de serkeftinên mezin bi dest bixe û derkeve Lîga Superê.
RûpelNews - Amedspor û Umraniyespor îro li Amedê derdikevin maçeke krîtîk lê derbarê dadwerê pêşbirkê de gelek nîqaş têne kirin. Dadwerê pêşbirkê berê du futbolîstên Amedsporê bi qerta sor cezakiribû.
Dadwerê pêşbirkê Erdem Meroglu ye Amedspor li yarîgeha Amedê bi Umraniyesporê re tê pêşberû hev. Maç dê ji aliyê dadwer Erdem Mertoglu ve were birêvebirin ku berê ji ber biryarên wî yên derbarê Amedsporê de gelek nîqaş li ser hatibûn kirin.
Biryar ji aliyê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) hat dayîn. Dadwer Mertoglu, di pêşbirka Amedspor û Erzurumspor qerta sor da 2 lîstikvanên Amedsporê û gelek biryarên wî bûn cihê nîqaşan. Di wê pêşbirkê de Amedspor bi 2-0 têk çûbû. Di heman lîstikê de, nedayîna penaltiyekê ji bo faûla ku pêl lingê Moreno hatibû kirin û biryara şêwirîna bi pergala VARê re jî bû xaleke gengeşiyê.
71 puanên Amedsporê hene
Niha Erzurumspor bi 75 puanan di rêza yekem de ye. 71 puanan Amedsporê hene û hewl dide ku derbasî Lîga Super bibe.
Şîrovekarê sporê yê TRT Bariş Yurduseven, wê demê ji ber biryarên dadwerî rexneyên tund li wî girtibûn. Yurduseven biryarên hakem rexne kirin, û bi taybetî bal kişand ser şaşiyên di derbarê qerta zer a duyemîn û birêvebirina lîstikê de.
Alîgirên Amedsporê li ser medyaya civakî gelek bertek nîşanî dadger dan. Di nava van bertyek û nîqaşan de Amedspor dê îro saet di 20.00an de mazûvaniya Umraniyesporê bike û ji bo şampiyoniyê dê yek ji lîstikên xwe yên dawiya dansalû bilîze.
