Dadgehekî Amerîkayê Hafter mehkûmê tazmînatê kir

30 tîrmeh 2022 21:56
Dadgehekî Amerîkayê Hafter mehkûmê tazmînatê kir

PeyamaKurd – General Hafter ku rojhilatê Lîbayayê di bin destê xwe de digre, li Amerîkayê kesekî bi sedema ku Hafter mafê mirovan îhlal dike, doz lê vekir û dadgeh Hafter mehkûmê tazmînatê kir. Parêzgerê dawedar Faysal Gill di mijarê de weha got:

“Adalet qezenc kir. Hafter bi sedema sûcên şer kiriye wê hesab bide.”

Li gor ragihandina Pêla Kurt; dadgerê ku biryarê daye gotiye Hafter di dozê de hevkariyê nekir û di nebûna wî de cezayê dana tazmînatê danê. Dawedar di dadgehê de weha gotine:

“Li hemberê xelkê Lîbyayê şerekî bi serê xwe dimeşîne. Wî gelek zilam, jin û zarokan di êrîşên bombeyî de û hin sîvîlan di îşkencê de kuşt.”

Li Amerîkayê di sala 1991 an de qanûnekî derket ku kesên li ser navê dewletekî, weka fermî îşkence bike û an înfazan bike, di wê dadgehê de dikarin darizînin.