Sîlihên Amerîkayê di destê hêzên Hafter de ne

03 tîrmeh 2019 02:28
Sîlihên Amerîkayê di destê hêzên Hafter de ne

PeyamaKurd- Sîlihên ku ji aliyê Amerîka de hatin firotin bo dewleta Emaratan, li Lîbyayê di destê hêzên Hafter de derketin û li ser wê senatoya Amerîkayê ket nava tevgerê. Endamê komîta karên derve yê senatoyê yê demokratan Bob Menendez, bo wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo nameyekî nivîsand û xwest wan sîlihên ku li Lîbyayê di destê hêzên Hafter de derketine ortê lêpirsîna wan bêkirin. Menendez di nameya xwe  de got:

“Eger van gotinan rast bin, li gor qanûn divê em firotina temamên sîlihan bo Emaratan bidin rawestandin û hun jî dizanin.”

Bob Menendez got ku Emarat, ew sîlihên ku Amerîka firotiye Emaratan, eger li Lîbyayê derên ortê, ev vateya ku qanûnên Amerîkayê hatibe binpêkirin û îhlala qedexeya biryara Neteweyên Hevgirtiye ku ambargoya sîlih ku li ser Lîbyayê hatibû danîn.

Hukumeta Lîbyayê ya ku di navdewletî de tê naskirin, li bajarê Giryan a Lîbyayê sîlihên di destê Hafret de bidest xistibû û piştî lêpirsînê hat fêmkirin ku ew sîlih Amerîkayê firotine Emaratan.

Rêvebiriya Donald Trump hefteya borî ragihandibû ku dê kongreyê deyne alîkî (bypass) û bi bihayê 8 mîlyar dolarî bi 22 peymanan sîlihan bifroşe Emarat û Erebistana Si’ûdiyê.