Dadgeheke Libyayê namzediya hilbijartinên seroktiyê ya kurê Qedafî pejirand
03 berfanbar 2021 16:08
PeyamaKurd – Piştî ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Libyayê namzediya wî red kir, dadgeheke li başûrê Lîbyayê roja Pêncşemê namzediya hilbijartinên seroktiyê ya Seyfulîslam Qedafî yê kurê serokê berê Muamer Qedafî ji nû ve pejirand.
Bi vê biryara nû Qedafî wê bikaribe beşdarî hilbijartinên seroktîyê bibe ku tê çaverêkirin 1ê Çileya 2022yan hilbijartin werin lidarxistin.
Komîsyona hilbijartinê ya Lîbyayê meha borî serlêdana Qddafî red kiribû û wî jî daxwaza pêdaçûnê kiribû.
Komîsyonê gotibû ku çênabe kesên ku ji ber sedemên rûreşîyê ceza girtibin bibin namzed û serledana namzedîya wî red kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin