Dadgehê fermana girtina parêzgarê wekaletî yê Kerkûkê derxist
16 hezîran 2019 20:05
PeyamaKurd - Dadgeha bajarê Kerkûkê îro 16ê Hezîranê bi sedema ku bi dehan milyon dînar li gorî kêfa xwe xerc kiriye, fermana girtina parêzgarê yê bi wekalet Kerkûkê Rakan Cibûrî ku li şûna parêzgarê rewa Necmedîn Kerîm hatibû danîn derxist.
Hat ragihandin ku fermana girtina Cibûrî ji ber bi dehan milyon dînar bi kêfa xwe xerc kiriye û ‘daye xwarin û vexwarinê’ dadgeha bajarê Kerkûkê biryara girtina wî derxistiye.
Rakan Cibûrî ku bixwe erebekî şovenî ye, piştî ku Kerkûk 16 Cotmeha sala 2017an di encama xiyaneta beşek ji YNKê ji destê kurdan derket, ji aliyê Heşda Şeibî ve wek parêzgar bi ser Kerkûkê de hatibû sepandin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Fermana girtina parêzgarê Kerkûkê û 6 kesên din hat derxistin
12 mjd 2019
Cîhan
Dadgehê biryara girtina 4 tawanbarên êrîsa Mêrdînê da
23 rbn 2023
Jiyan
Fransayê fermana girtina sêyemîn ji bo Besar Esed derxist
24 cot 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin