Dadgehê biryara vekisîna ji doza Demirtas da
Peyamakurd - Di danişîna doza Selahattîn Demirtaş a ku îro li avahiya Dadweriyê ya Çaglayan a Stenbolê birêve çû de, biryar hat dayîn.
Demirtaş bi rêya Platforma Dengî û Dîmenî SEGBISê ji girtîgeha Edîrneyê beşdarî danişînê bû.
Demirtaş di parastina xwe ya kurt a dadgehê de silav ji Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven a li girtîgeha Diyarbekirê ketiye greva birçîbûnê re şand û li ser doza xwe jî got, “Di dozên derbarê min û hevalên min de, dadgeha bilind jî tê de, di hemû qonaxên darazê de biryarên polîtîk û derveyî prensîbên hiqûqê hatin dayîn.”
Dadgehê piştî parastina Demirtaş, bi hinceta ku doz ji ber hincetên axaftinên li medyayê vebûye, biryara vekişîna ji dozê da û ev doza li ser Demirtaş a bi hinceta heqareta li Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu hatibû vekirin ket.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin