Dadgehê ji bo doza kustina Tahîr Elçî biryara guhdarîkirina Davutoglu da
15 hezîran 2022 21:39
PeyamaKurd – Dadgeha Cezayê Giran a 10emîn a Diyarbekirê di rûniştina xwe ya îro ya doza kuştina serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî de, biryara guhdarîkirina serokwezîrê wê heyamê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu da.
Dadgehê di rûniştina 5emîn de ku îro 15ê Hezîranê birêve çû, li ser doza 3 ji wan polîs 4 tohmetbarên bûyera kuştina Tahir Elçî civiya.
Ji hin polîsên têne dadgehkirin re cezayê ji 3 salan heta 9 salan û ji bo kesê bi navê Ugur Yakişir jî cezayê 3 caran muebedê tê xwestin.
Dadgehê di rûniştina îro de, biryar da ku Serokwezîrê wê heyamê Ahmet davutoglu jî were guhdarîkirin û danişîna dozê ji bo 23yê Mijdara 2022yan bipaş xist.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Doza kustina Tahîr Elçî îro li dadgeha Diyarbekirê birêve diçe
21 cot 2020
Jiyan
Dadgehê ji bo hemû gumanbarên doza JÎTEM a Enqereyê beraet da
26 gln 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin