Dadgeha Fransayê bi sedema heqareta nijadî ceza da 6 polîsan

07 rêbendan 2022 04:03
Dadgeha Fransayê bi sedema heqareta nijadî ceza da 6 polîsan

PeyamaKurd – Di nîsana 2020 an de bi sedema ku heqareta nijadperestiyê li hemwelatiyê Misrê yê bi navê Samîr E. kirine, dadgeha Bobigny ê ya Fransayê ji 6 meha heya 12 mehan ceza da 6 polîsan.

Sedema ceza jî ji bo ku dema Semîr E. xistine binçavî, heqareta nijadî û şiddetê li wî kirine hat dayîn. Ji polîsan parêzerê Pierre C. Laurent-Franck Lienard, ragihand ku wê li biryara cezayê îtîraz bike.