Dadgeha Federalî di berjewendiya Kurdên Kerkûkê de biryar da

12 berfanbar 2023 22:13
Dadgeha Federalî di berjewendiya Kurdên Kerkûkê de biryar da

PeyamaKurd - Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê, gilî û daxwaza hin parlamenterên iraqî ya ji bo betalkirina hilbijêriya 257 hezar kurdên Kerkûkê red kir.

 Çavkaniyeke ji Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê ragihandiye ku dadgehê îro 12ê Kanûnê biryar da, her du skala red kirin ên ku dihat xwestin hilbijartinên Civata Parêgeha Kerkûkê bên paşxistin.

Dadgeha Federalî ji bo giliyê ku ji aliyê namzedeke Hevpeymaniya Qiyadeyê û namzedeke Bereya Tirkmenî ve hatibûn tomarkirin, civiya ku dihat xwestin navên 257 hezar dengdêrên Kurd ên Kerkûkê bên betalkirin û di hilbijartinên parêzgehê de deng nedin.

Li gorî biryara dadgehê wê ew kurdên dema rejîma Beasê hatibûn koçberkirin û piştî sala 2003yan vegeriyane ser cih û warên xwe, dê bikarin deng bidin.

Hêjayî gotinê ye, 18 sal in hilbijartinên civatên parêzgehan li Kerkûkê nehatine kirin û niha jî hin aliyên Ereb û Bereya Tirkmenî dixwazin careke din hilbijartin bên paşxistin ku Partiyên Kurdistanî jî vê yekê wekî tirsa wan ji encamên hilbijartinan dinirxînin.

Hilbijartinên parêzgehên Iraqê û Kerkûkê roja 18ê vê mehê têne kirin ku mafê dengdanê yê 870 hezar û 920 kesan heye. Wê di hilbijartina Kerkûkê de, 15 endamên Civata Parêzgeha Kerkûkê bên hilbijartin ku 248 namzed, 10 hevpeymanî û 5 lîstên serbixwe yên partên siyasî û sê namzedên serbixwe hevrikiyê dikin.