Dadgeha Federalî ya Iraqê li berjewendiya Kurdan biryarek wergirt

12 mijdar 2019 18:19
Dadgeha Federalî ya Iraqê li berjewendiya Kurdan biryarek wergirt

PeyamaKurd – Dadgeha Federalî ya Iraqê li ser doza ku Parlamena Kurdistanê ji bo hilbijêrên koçberên bajarên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê bikarin dengên xwe bikar bînin, qebûl kir û çend biryarên ne li berjwendiya koçberên wan herêman hilweşand.

Dadgeha Federalî herwiha biryarên berê yên yasaya hilbijartinê ku li ber dengdana xelkên wan parêzgehan asteng bûn hilweşand.

Li gorî biryara dadgeha federalî dê koçberên bi sedemên cuda neçar bûne cih û warên xwe berdin û li bajarên din ên herêma Kurdistanê bicih bibin jî dengên xwe di hilbiijartinan de bikar werînin.

Ger ew biryar were cîbicîkirin dê xelkê ji Kerkûk, Nînowa, Diyala û Selahaddîn koçberî bajarên din bûne jî bikarin dengên xwe bikar bînin.