Dadgeha Federal giliyê li ser sandina budçeya Kurdistanê red kir

03 nîsan 2024 19:27
Dadgeha Federal giliyê li ser sandina budçeya Kurdistanê red kir

PeyamaKurd - Dadgeha Federalî ya Iraqê skalaya ku li dijî şandina zêdetirî 618 milyar dînarên bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibû tomarkirin yekalî kir û ragihand, “Ew skala hat redkirin ji ber ku ti bingeheke qanûnî nebû”.

Dadgeha Federalî ya Iraqê di rûniştina îro 3yê  Nîsanê de, daxwaza qanûnî ya hejmar 54 a girêdayî wê skalaya ji aliyê Mistefa Cebar Sened ve li ser Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî hatibû tomarkirin, ku roja 14.01.2024ê biryar li ser şandina 618.587.029.346 dînaran ji bo mûçeyên mûçexurên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dabû, bi wê behaneyê ku biryara Sûdanî berevajî qanûna budceyê bû, red kir.

Li gorî biryara dadgehê, “Ew skala hatiye redkirin ji ber ku ti bingeheke qanûnî nebû”.

18ê Çileyê 2024an Kabîneya Iraqê ya seroktiya Sûdanî biryar dabû ku li gorî budçeya giştî ya federalî ji bo sala 2024ê, herwiha ji bo xerciyên rastîn, 618 milyar dînaran ji bo Çileya îsal ji Herêma Kurdistanê re bê şandin.