Crescent Petroleumê berê xwe da gaza Kurdistanê
PeyamaKurd – Yek ji kompaniya gaz û petrolê ya herî mezin li Rojhilata Navîn Kompaniya Crescent Petroleum hin projeyên xwe yên li Misirê rawestandin û berê xwe da herêma Kurdistanê.
Dana Gas a Îmaratên Yekbûyî yên Erebî (IYE) jî girêdayî Crescent Petroleumê ye ku hejmarek projeyên xwe yên Misirê difiroşe û derbasî Kurdistanê dibe.
CEOyê kompaniyê Mecîd Cafer li ser vê biryarê ragihandiye: “Ev biryareke stratejîk e û ti pirsgirêka darayî li pey vê biryarê nîne. Ev mijareke em fokûsa xwe bidin ser ku derê ye û niha jî em berê xwe didin pêgeha xwe ya bihêz Herêma Kurdistanê.”
Cafer dibêje, li herêma Kurdistanê bi deynin sifir ew kar dikin ku ji karê xwe qezencê dikin û ev jî ji bo veberhêneran gelekî girîng e.
Crescent Petroleum çaverê dike, heta sala 2023yan hilberîna gaza sirûştî li herêma Kurdistanê bigihîne 1 milyar Sm³an.
Herêma Kurdistanê yek deverên herî zêde gaza siruştî li peyde dibe ye ku li gorî daneyên piştrast nebûye 80 trîlyon Sm³ gaz heye ku li benda derxistinê ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin