COVID-19 | WHOyê navendên nû yên nexwesiyê eskere kirin

13 gulan 2020 13:17
COVID-19 | WHOyê navendên nû yên nexwesiyê eskere kirin

PeyamaKurd – Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) ragihand ku parzemînên Bakur û û Başurê Amerîkayê bûne navendên nû yên koronayê.

Berdevkê WHOyê Margret Harris eşkere kir ku niha navendên nû yên koronayê (Covid-19) bûne parzemînên Bakur û û Başurê Amerîkayê.

Harris dide zanîn ku hejmara haletên tûşbûyî li her du parzemînan her diçe zêde dibe û got, “em dikarin parzemînên Amerîkayê wekî navendên nû yên wê nexweşiyê bi nav  bikin.”

Li gorî daneyên Zankoya John Hopkinsê, li Amerîkayê hejmara haletên tûşbûnê ji milyonek û 348 hezaran û ya qurbaniyan jî gihiştiye 80 hezar û 706 kesan.

Berdevkê WHOyê amaje kir ku  virusa Sars-Co2 ango korona dikare çend rojan li ser zemînan bijî û bal kişand ser girîngiya dezenfeksiyon û destşûştinê.

Harrîsî her wiha destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî nexweşiyê de rola karmendên paqijiyê gelekî girîng e.