Cotyar Adil: Me bi fermî ji Amerîka daxwaz kir hêzê bisîne ser sînorê Rojava û Basûr

23 berfanbar 2020 23:53
Cotyar Adil: Me bi fermî ji Amerîka daxwaz kir hêzê bisîne ser sînorê Rojava û Basûr

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di civîneke rojnamevanî de, li ser bûyera 16ê Kanûnê ya rûbirûbûna hêzên YPGê û Pêşmerge li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê û ewlehiya sînoran daxuyanî da.

Cotyar Adil li ser pirsa rojnamevanan derbarê mijarê de wiha got:

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî daxwaz ji Amerîkayê kiriye hêzê bişîne ser sînorê navbera Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê ji bo nîşandana niyetpakiyê ku Herêma Kurdistanê şer naxwaze û sînor bi awayekî baştir bêne parastin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, doh 22yê Kanûnê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike peywendiyeke telefonî encam dabûn û ji bilî pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, astengiyên di warê aramiya ewlehiyê li navçeyê û nehiştina aloziyan li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Sûriyê û girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê gotûbêj kiribûn.