Colemêrgê muzîkjenên dawetê hatin girtin!
30 tîrmeh 2024 13:36
PeyamaKurd - Muzîkjenên herêmî û hosteyê dawetê bi hinceta "propagandaya rêxistina terorê dikin" di daweteke ku li Taxa Sûmbûla Hekariyê hat lidarxistin de hatin girtin.
Herwiha ji bo îfadeyê bang li kameramenên ku dawet kişandine jî kirin.
Li gorî nûçeya MAyê, dema ku xwediyê dawetê K.D û kameramanên ku dawet kişandibûn ji 7 kesên ku îfadeya wan li Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê hatibûn girtin hatin berdan, endamên koma muzîkê ya “Koma Ozgun” sewqî edliyeyê hatin kirin.
Endamên komê N.T., B.U., Î. A. û A.O. T. bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê kiriye" hat girtin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Ji ber sewata eywana dawetê ya Hemdaniyê 9 kes hatin girtin
27 îln 2023
Cîhan
Li Sino ya Rojhilat di du rojan de 5 Kurd hatin girtin
05 brf 2025
Jiyan
Di dawetê de bi Kurdî kilam gotin û hatin girtin
24 sbt 2018
Koçber
Li Amedê di tankera bermayiyan de 32 koçber hatin girtin
02 rbn 2026
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin