CNBC: Îran petrolê difrose Sûriyê
PeyamaKurd- Di demên dawiyê de, di mijara firotina petrolê de zor gihaye Îranê û niha TV ya Amerîkayê CNBC ragihand ku Îran petrolê difroşe Sûriyê. Televîzon nûçeyê bir ser binkeya şîrketên ku tankêran dişopînin. Li gor van agahiyan Îran ji serê meha gulanê heya niha 1 mîlyon varêl petrola xam firotiye Sûriyê û ew petrol hatiye lîmana Banyasê ya Sûriyê ku li devê Behra Sipiye.
Bi îhtîmaleka mezin wê ev sewqiyata cara yekem be û tankêrên ku petrolê dibirin Banyasê, dê sîstema GPS ê ya xwe girtibin da kes nikaribe wan bişopîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin