Cizîr | Li nêzîkî Deriyê Îbrahîm Xelîl barhilgirekê qeza kir û agir pê ket

06 îlon 2020 19:35
Cizîr | Li nêzîkî Deriyê Îbrahîm Xelîl barhilgirekê qeza kir û agir pê ket

PeyamaKurd -  Li ser rêya Cizîrê TIReke ku ber bi Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl ve diçû Başûrê Kurdistanê, li lambeyên trafîqê qelibî û agir pê ket. 

Li gorî zanyariyan, barhilgira (TIR) ku ber bi Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl ê Başûrê Kurdistanê ve diçû, li lambeyên trafîqê qelibîye û piştî qezayê jî agir pê ketiye.

Hat zanîn ku piştî mudaxeleyê bi ajovan û kesên birîndar bûn bo Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hatin veguhestin.