Ciwanên iraqî bi daxwaza kar derketin qadan û rêyên sereke yên Bexdayê girtin

14 îlon 2020 20:36
Ciwanên iraqî bi daxwaza kar derketin qadan û rêyên sereke yên Bexdayê girtin

PeyamaKurd – Li paytexta Iraqê Bexdayê xwepêşandanan ji nû ve dest pê kir û xwepêşanderan kolan û meydanên sereke yên bajêr girtin.

Li gorî zanyariyan, îro 14ê Îlonê bi dehan kesên derçûyên zanîngehan li Bexdayê dest bi xwepêşanadanên kirin ku ji hikûmetê dixwazin, kar bo wan bê dayîn û werin tayînkirin.

Xwepêşanderan kolan û meydanên Bexdayê yên sereke û herêma elawîyan a Bexdayê girtin.