Civîna yekem a mekanîzmeya hevbes a Tirkiye, Swêd û Fînlandê pêk hat
PeyamaKurd – Di çarçoveya rêketfina sê alî ya bo endamtiya NATOyê de, yekem civîna Mekanîzmaya Hevbeş a Daîmî ya Tirkiye, Fînland û Swêdê li paytexta Fînlandê Helsînkiyê hat kirin.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyeyê eşkere kir, civîna yekem a Mekanîzmaya Hevbeş a Daîmî ya ku di çarçoveya Peymana Sê alî ya ku Tirkiye, Fînland û Swêdê li Lûtkeya Bilind a Madrîdê ya NATOyê 28ê Hezîranê îmze kiribûn, li Helsînkî ya paytexta Fînlandiyayê hat lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, şanda Tirkiyê ya Mekanîzmaya Hevbeş bi serokatiya Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Alîkarê Wezîrê Derve Sedat Onal beşdarî civînê bûye. Dîsa nûnerên Wezaretên Dadê, Derve, Navxwe, Berevaniyê û Teşkîlata Îstixbaratê ya Tirkiyê jî di civînê de amade bûne.
Şanda Swêdî bi serokatiya Sekreterê Giştî yê Serokwezîr Oscar Stenstrom û şanda Fînlandiyayê jî bi serokatiya Sekretera Dewletê ya Daîmî ya Wezareta Derve Jukka Salovaara beşdarî civînê bûn.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinan de prensîbên xebatê yên Mekanîzmaya Hevpar a Daîmî hatin. diyarkirin û herwiha geşedanên di derbarê bicihanîna sozên ku di Peymana Sêalî de hatine dayîn, hatin nirxandin û gavên berbiçav ên ku dê di heyama pêş de bên avêtin hatin gotûbêjkirin.
Hêjayî gotinê ye, Tirkiyê ji bo rakirina vetoya ser endambûna NATOyê ya Swêd û Fînlandê şertê radestkirina kesên têkiliya wan bi PKK û FETO re heye danîbû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin