Cara yekem pistî civîna Erdogan û Pûtîn daxuyaniyeke hevbes nehat dayîn!
PeyamaKurd – Piştî civîna Soçiyê ya 29ê Îlonê ku di navbera Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de bi taybet li ser aloziya li Idlibê pêk hat de, ti daxuyaniyeke hevbeş li ser encamnameya civînê nehat dayîn ku ev cara yekem e Erdogan û Pûtîn bêyî lihevkirineke li pêş raya giştî civînekê encam didin.
Rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsiye, “Balkêş bû ku civîna 3 saetan dirêj kir, li pêş dezgehên çapemeniyê girtî bû. Her du serokan di dawiya civînê de civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar nexist yan jî daxuyaniyên ku balê bikişînin ser lihevkirinên nû nedan.”
Kremlînê jî diyar kiriye ku civîn tenê di navbera Pûtîn û Erdogan de pêk hatiye, şandeyên her du welatan tenê beşdarî parçeyekî hevdîtinan bûne ji bilî Erdogan serokê îstixbaratê Hakan Fîdan û du alîkarên wî yên dîwana serokatiyê Fahrettin Altun û Îbrahîm Kalin ligel wî li Soçiyê bûn.
Li gorî çavkaniyên Rûsî herdu aliyan di serdanê de gelek mijarên têkildarî lihevkirinên berê nîqaş kirine, mekanîzma ji bo aramkirina rewşa Idlibê danîne û bingehên lihevkirinên nû li wê herêmê plan kirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin