Civîna PDK û YNKê bidawî bû: 9ê Çileyê cardin dicivin
07 rêbendan 2025 21:46
PeyamaKurd - Civîna şanda hevpar a teknîkî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li bingeha Nivîsîngeha Siyasî ya YNKê li bajarê Hewlêrê bidawî bû.
Civîna herdu aliyan a li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, îro 7ê Çileyê li demjimêr 13:30 dest pê kiribû.
Hate ragihandin ku civîna PDK û YNKê bidawî bûye û ji bo berdewama danûstandinên pêkanîna Kabîneya Dehem 9ê mehê roja Pêncşemê careke din her du şandên bilind ên PDK û YNKê li bingeha Nivîsîngeha Siyasî ya YNKê li bajarê Hewlêrê dicivin.
Di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên 20ê Cotmeha 2024an de, ji 100 kursiyên parlamentoyê PDKê 39 û YNKê jî 23 kursî bi dest xistibûn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Civîna YNKê bidawî bû: YNK ji Iraqê wezîrekî dixwaze
01 brf 2018
Cîhan
Civîna Sanda Îmraliyê û YNKê dest pê kir
18 sbt 2025
Kurdistan
Civîna APIKUR û wezaretên Iraq û Kurdistanê bê encam bidawî bû
06 adr 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin