Ji Talîbanê yekem civîna rojnamevanî: Me dagirker qewirandin, ser bidawî bû û dijminatiya me bi kesî re nîne!

17 tebax 2021 22:29
Ji Talîbanê yekem civîna rojnamevanî: Me dagirker qewirandin, ser bidawî bû û dijminatiya me bi kesî re nîne!

PeyamaKurd – Berpirsên Talîbanê piştî ku Talîbanî dest danî ser deshilatiya Afganistanê yekem civîna xwe ya rojnamevanî îro 17ê Tebaxê li Kabulê li dar xistin.

Berdevkê Talîbanê Zebîbullah Mucahîd di civînê de ragihand, ‘Me dagirker qewirandin, şer bidawî bû. Êdî dema aştiyê ye’ û diyar ku ew dê li gorî şerîeta îslamê mafên jinan biparêzin, ewlehiya dîplomatên biyanê pêk bînin û êdî wê erdên Afganistanê ji bo êrîşkirina welatên din neyên bikaranîn.

Zebîhullah Mucahid destnîşan kir: “Îmarata Îslamî li ser bingeha rik û kînê naxebite. Beşek ji xelkê, ligel dagirkeran bûn, lê ji niha ve her tişt bi dawî bû û rola şer nema. Emîrê Misilmanan lêborîna giştî derxist. Di bin desthilata Îmarata Îslamî de dijminatiya me ligel kesî tune ye û şerê navxweyî bi dawî bû.”

Zebîbullah di civînê de diyar kir ku ew naxwazin ti kes ji ber Talîbanê ziyanê bibîne û ew dê 24 saetan nûnertî û balyozxaneyên welatên biyanî biparêzin.

Berdevkê Îmarata Îslamî ya Afganistanê Zebîhullah Mucahid herwiha got: “Afganistan di rewşeke dijwar re derbas dibe. Em pîrozbahî li gelê Afganistanê dikin, ev serkeftin şanazî ye ji bo xelkê Afganistanê.”

Mucahid got: “Me paytext kontrol kir, hinek kes gumana wan hebû, lê ew şaş in. Hinek îdia hene, spas bo Xweda, em zanîn û me dît û çavkaniyên kêşeyên xwe zanî û me kontrol kir. Spas ji bo Xweda hêzên Îmarata Îslamî li hemû welat hene. Hebûna dîplomatkaran li Kabulê tiştekî siruştî ye.”

VÎDEO | Jinên Afgan li Kabulê dijî Talîbanê xwepêşandan kirin