Civîna Astana ya bi garantoriya Rûsya, Îran û Tirkiyê hat pasxistin

18 mijdar 2019 19:37
Civîna Astana ya bi garantoriya Rûsya, Îran û Tirkiyê hat pasxistin

PeyamaKurd – Civîna 14emîn a Astanayê ku bi garantoriya Rûsya, Tirkiye û Îranê li ser mijara Sûriyê bi aliyên opozisyonê û rejîmê re têne lidarxistin hate paşxistin.

Wezîrê Derve yê Kazaxistanê Muxtar Tilyoberdî, ragihand ku gera 14 ya danûstandinên Astanayê ku dawîya Cotmehê dê bihata lidarxistn, ji bo destpêka meha pêşiya me anku meha Kanûnê hatiye pêşxistin.

Wezîrê Derve yê Kazaxistanê diyar kir ku sedema paşxistina gera 14 ya civînên Astanayê civînên komîteya destûra Sûriyê yên li Cenevê ne û ew li benda daxwazeke fermî ne ji aliyê Rûsiya, Tirkyê û Îranê ve.

13emîn civînên Astanayê meha Tebaxê li Kazaxistanê hatibûn lidarxistin û çav li rê bû gera 14an a civînan jî dawiya meha Cotmehê were lidarxistin.