Çînê, ji bo Koreya Basûr car din dest bi wîzeyan kir

16 sibat 2023 18:30
Çînê, ji bo Koreya Basûr car din dest bi wîzeyan kir

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Çînê ve hat ragihandin ku Koreya Başûr prosedurên wîzeyê yên ku ji ber tedbîrên Covid-19ê yên ku ji bo rêwiyên ji Çînê hatine sepandin rawestandiye, ji nû ve daye destpêkirin.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Balyozxaneya Çînê ya li Seulê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ji bo wîzeya giştî, karsazî û transît a demkurt a hemwelatiyên Koreya Başûr dê pêvajoyên serîlêdan û pejirandinê berdewam bikin.

Ev pêngava Pekinê tê piştî ku Koreya Başûr biryara xwe ya hefteya borî ji nû ve destpêkirina pêvajoya wîzeyê ji bo hemwelatiyên Çînê ragihand.

Rêveberiya Seul diyar kir ku rêjeya enfeksiyonê di rêwiyên ji Çînê de pir kêm bûye û di ceribandinan de guhertoyên nû nehatine dîtin û ragihand ku ew ê prosedurên wîzeyê yên ku wekî tedbîr rawestandiye ji nû ve bidin destpêkirin.

Seul ku ji rêwiyên ji Çînê xwest ku beriya hatin û gihîştinê ceribandinên PCRê bikin, heta 31ê Rêbendanê dana wîzeya kurt ji hemwelatiyên Çînê re rawestand û dû re ev heyam heta 28ê Sibatê dirêj kir.

Piştî ku gelek welatan bergirên xwe ji bo rêwiyên ji Çînê û herêmên wê ragihandin, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ning amaje kir ku hin tedbîr "bêreng" û "napejirandin" in û ji bo mebestên siyasî û cudaxwaz tên bikaranîn."