Serokê Koreya Basûr ku ji kar hatibû dûrxistin hat desteserkirin
15 rêbendan 2025 14:07
PeyamaKurd – Koreya Başûr Yoon Suk Yeol ê ku ji ber ragihandina qanûna leşkerî di 3yê Kanûna Pêşîn a 2024an de ji wezîfeya xwe ya serokomariyê hatibû dûrxistin, di çarçoveya lêpirsîna derbarê wî de desteser kir.
Li gorî ajansa Yonhap a Koreya Başûr, rayedarên Ofîsa Lêpirsîna Gendeliyê (CIO) vê sibehê cara duyemîn ji bo pêkanîna biryara desteserkirinê ya li dijî Yoon çalakî pêk anîn.
Rayedaran Yoon li avahiya serokatiyê desteser kirin û ji bo lêpirsînê birin ofîsa CIO ya li Gwacheon, li başûrê Seulê.
Hat ragihandin ku 48 saet hene ku serî li dadgehê bidin da ku Yoon bi fermî bigrin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Serokê Koreya Basûr Yoon hat girtin
19 rbn 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin