Çîn û Rûsya li Pasîfîkê rahênana leskerî pêk anîn

15 tîrmeh 2024 17:25
Çîn û Rûsya li Pasîfîkê rahênana leskerî pêk anîn

PeyamaKurd - Hêzên deryayî yên Çîn û Rûsyayê roja Yekşemê li peravên başûrê Çînê dest bi rahênana leşkerî kirin.

Ev rahênana deryayî ya hevpar ku ji aliyê Rûsya û Çînê ve hat destpêkirin, piştî aloziya herî dawî ya ku Çîn bi welatên endamên NATOyê re jiya hat.

Li gorî nûçeyên medyaya Çînê, di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Çînê de hate ragihandin ku keştiyên Rûsya û Çînê yên beşdarî rahênana ku li peravên eyaleta Guangdong a Çînê dest pê kir, li peravên rojava û bakurê Okyanûsa Pasîfîk dewriyeyê dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ti eleqeya vê rahênanê bi rewşên navneteweyî û herêmî re tune û welatekî sêyemîn hedef nagire.

Hat destnîşankirin ku rahênan ji bo xurtkirina hêza hêrişa deryayî û berevaniya esmanî ya hêzên deryayî yên her du welatan û li dijî gefên ewlehî û mûşekî hatiye lidarxistin.