Çîn: Rûsya hevkara herî girîng ya stratejîk ya Pekînê ye
08 adar 2022 15:30
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi di daxuyaniyekê de diyar kir, Rûsya hevkara herî girîng ya stratejîk ya Pekînê ye.
Wang Yi do ji rojnamevanan re da zanîn, têkiliyên bi Moskowê re “yek ji girîngtirîn têkiliyên dualî yên li cîhanê ye.”
Herwiha eşkere kir: “Rewşa navneteweyî çiqas xeter be jî, em ê baldariya xwe ya stratejîk bidomînin û di serdema nû de hevkariya berfireh ya Çîn-Rûsya pêş bixin.”
Hêjayî gotinê ye, Çîn bi berdewamî red dike dagîrkirina Ukrayna ya ji hêla Rûsyayê ve şermezar bike û dibêje, Washington ji ber pevçûnên li Ukraynayê sûcdar e.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Teknoloji
YPG, Amerîka û Rûsya: Ji bo Tirkiyeyê mijara herî girîng a danûstandinê!
15 nsn 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin