Çîn, li Brîtanyayê daxwaza bazirganiya serbest kir

30 tîrmeh 2018 22:52
Çîn, li Brîtanyayê daxwaza bazirganiya serbest kir

PeyamaKurd- Dewleta Çînê, piştî dawîlêhatina Brexitê ku wê bazirganiya serbest bikeve dewrê, li Brîtanyayê daxwaza destpêkirina hevdîtinên bazirganiya serbest kir.

Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt, daxwaza Çînê ya piştî Brîtanya ji Yekîtiya Awrûpayê derê, daxwaza îmzekirina peymana bazirganiya serbest, bi awayeka erênî dibînin.

Hunt, li Pekînê piştî hevdîtina bi hemkarê xwe re, bi wezîrê Karên derve yê Çînê bi Wang Yi re, di civîna çapemeniyê de weha got: “Em li ser hevdîtinên bazirganiya serbest ya piştî Brexîtê, bo îmzekirina peymanê, bo destpêkirina muzakereyan axifîn. Em bi razîbûn li mijarê dinêrin. Min got ku em ê li ser vê mijarê rawestin.”

Wezîrê karên derve yê Çînê got ku bo her dû dewlet, bo stratejiya ku hev bipêş bixin, bi hevre baziganiyê bikin û bi hevre xebata aborî bikin, lihev kirine.

Pêvajoya Brexitê sala pêşiya me di 29 ê adarê de, qewlê wan e ku ji Yekîtiya Awrûpayê veqetin. Piştî Brexitê, bo firehkirina bazirganiya xwe,plan dike ku bi Amerîka re peymana bazirganiyê îmze bike.