HSDê li ser daxwaza serokesîran 9 girtî serbest berdan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser daxwaza şêx û rûsîyên eşîrên navçeya Şedadê ‘girtiyên ku destê wan di rijandina xwîna şêniyên herêma Dêrazorê de nîne’ serbest berdan.
Rûspiyê eşîra El-Bû Umeyra Sewadî El-Abdullah ragihandiye ku HSDê piştî bidawîbûna lêpirsînê û girtekên ewlehiyê, 9 girtî serbest berdan.
El-Abdullah got, HSD`ê li ser daxwazên dubare yên rûspiyên êlên herêmê ew kes serbest berdane.
Piştî vê serbestberdanê hejmara kesên ku hatine serbestberdan, 500 girtiyan derbas kir û ew radestî malbatên wan li herêmên başûrê Hesekê heta bigihêje gundewarên Dêrazorê hatin kirin.
El-Abdullah herwiha spasiya hemû hêzên ewlekariyê yên herêmê û hevkariya wan bi êlên herêmê re kir.
9 girtiyên ku serbest hatine berdan, ji herêmên Şihêl, Besîra, Zîban û navçeya Sewrê yên li gundewarên Dêrazorê ne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin