Çîn ji Herêma Kurdistanê petrolê dikire

18 berfanbar 2019 22:01
Çîn ji Herêma Kurdistanê petrolê dikire

PeyamaKurd – Ajansa Bloomberg ragihand ku bazirganên Çînê ji ber erzanbûna petrola Kurdistanê li gor bazarên din ên cîhanê, berê xwe dane petrola Kurdistanê û dikirin.

Li gorî nûçeyê 4 bazirganên petrolê ku nexwestine navên xwe eşkere gotine ku çar ‎parzûngehên Çînê petrola Kurdistanê kirîne ku dê petrola xam a Kurdistanê vê mehê û meha pêşiya me bigihe wan parzûngehên Çînê.

Hat diyar kirin ku li ‎gor amarên veguhestina deryayî, di nîvê yekem a îsal de parzûngehên Çînî 3 barên petrolê ji Herêma Kurdistanê ‎kirîne.

Wekî sedema kirîna petrola Kurdistanê pêşketina parzûngehên li Asyayê û Çînê têne nîşandan ku dikarin petrola xav a nîvgiran baştir parzûn bikin û taybetmendiyên ‎petrola Kurdistanê nêzîkî wê asta parzûnkirinê ye.

Ji ber vê jî tê diyarkirin ku xwesteka bo petrola Kurdistanê li parzemîna Asyayê ‎zêdetir dibe.