Çîn, Îtalya û Brîtanya êrîsa ser Hewlêrê sermezar kirin
PeyamaKurd – Dewletên Çînê, Îtalya û Brîtanya êrîşa fuzeyî ya ser balafirgeha Hewlêrê şermezar kirin.
Wezîrê karên derve yê Brîtanya Dominic Raab, êrîşa fuzeyan ya ser Hewlêrê şermezar kir û desteka xwe bo serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand. Raab, ragihand ku grûbên mîlîs yên Iraqê xelkê aciz dikin û îstîqrarê dixin talûkê.
Her weha wezareta karên derve ya Îtalyayê bûyerê şermezar kir û desteka xwe bo her dû hukumetan ya Hewlêr û Bexdayê ragihand.
Balyozxana Çînê yê Hewlêrê êrîşa ku Hewlêrê kiribû hedef şermezar kir. Balyozxane di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku Çîn li hemberê êrîşa ser Hewlêrê ne û êrîş îstîqrar û aramiya Kurdistanê kiriye hedefa xwe. Balyozxane di beyana xwe de got ku hewlên hukumeta Herêma Kurdistanê hêjaye ku berz bê nirxandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin