Brîtanyayê êrîsa ser Balafirgeha Hewlêrê sermezar kir

12 îlon 2021 22:08
Brîtanyayê êrîsa ser Balafirgeha Hewlêrê sermezar kir

PeyamaKurd - Konsolxaneya Giştî ya Brîtanyayê li Hewlêrê, êrîşa şeva borî ya ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê şermezar kir.

Konsolxaneya Giştî ya Hewlêrê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, ew wê êrîşa li ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê şermezar dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Pêwîste ev êrîşên ser Herêma Kurdistanê werin rawestandin, lê belê palpiştîya me ji bo Herêma Kurdistana Iraqê berdewam dibe ji bo bi dawîbûna van êrîşan heta hetayê.”

Berpirsiyariya êrîşa bi dronan ku ji aliyê hêzên hevpeymaniyê ve hatibû pûçkirin, hîn ti aliyekî li xwe negirtiye, lê belê êrîşên beriya niha komên girêdayî Îranê û Heşda Şeibî çend êrîşên moşekî yên ser Hewlêrê li xwe girtibûn.