Çîn daxwaza rawestandina şerê Rojhilata Navîn dike
Wang Yi, di daxuyaniyekê de derbarê zêdebûna şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de, bang li hemû aliyan kir ku tavilê operasyonên leşkerî rawestînin û agirbestê pêk bînin.
RûpelNews - Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi di civîneke çapemeniyê de derbarê şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê daxuyanik da.
Wang di daxuyaniya xwe de teqez kir ku divê agirbest were danîn û şer bi dawî bibe û got, "Ji bo ku rewş ji kontrolê derkeve û şer belavî welatên din nebe, divê operasyonên leşkerî tavilê werin rawestandin."
Her wiha Wang teqez kir ku divê rêz li serwerî û yekparçeyiya axa Îran û welatên Kendavê were girtin.
Wang diyar kir ku divê bikaranîna hêzê neyê îstismarkirin û got, "Ne hewce ye ku yên bi hêz rast bin; divê cîhan venegere qanûna daristanê."
Her wiha Wang diyar kir ku divê destwerdan di karûbarên navxweyî yên welatên Rojhilata Navîn de nebe û got ku mafê gelê herêmê heye ku biryarê li ser pêşeroja xwe bide.
Banga ji bo Danûstandinan
Wang diyar kir ku Çîn piştgiriyê dide çareserkirina nakokiyan bi rêbazên siyasî û bang li hemû aliyan kir ku vegerin ser maseya danûstandinan. Wang teqez kir ku divê welatên mezin li ser bingeha edalet û dadperweriyê tevbigerin, û ji bo aştî û aramiya Rojhilata Navîn tevgerîna berpirsiyar pêwîst e.
