Çîn bi kestiya xwe ya herî teknolojîk rikberên xwe ditirsîne

23 tebax 2024 17:45
Çîn bi kestiya xwe ya herî teknolojîk rikberên xwe ditirsîne

PeyamaKurd - Piştî salekê Çînê, keştiya xwe ya bi teknolojiya herî pêşketî hatiye sazkirin, yekem car li rojavayê pasîfîkê berî ser avê da.

Japonya û rikberên Çînê yên din, vê hewlê wek pêkutiya Çînê dinirxînin.

Ev keştiya cûreya 075, li gel destroyereke mûşek-ajo, herî dawî roja şemûya çûyî, li 120 km nêzîkî Giravên Miyako yên Japonyayê hatibû dîtin.

Serfermandariya Giştî ya Japonyayê, roja duşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku keştiya Çînê, di dema ku di navbera giravên navendî yên Miyako û Okinawa de, ber bi başûr-rojhelatê Zeryaya Pasîfîkê ve çûye, hatiye dîtin.

Rayedarên Japonî dan zanîn ku Hêzên Deryayî yên Japonyayê, fîloya eskort a Kirisameyê, ji bo erka çavdêrî û berhevkirina zanyariyan şandine pêşberî keştiya Çînê ya cûreya 075 û xwestine peyama çavtirsandinê bidine Çînê.

3 keştiyên cûreya 075 ên Hêzên Deryayî yên Çînê hene û ev cûre keştî, keştiya Çînê ya hêrişê ya herî nûjen û teknolojîk ku di heman demê de froke û helîkoptêran jî hildigire.

Pisporên leşkerî didin zanîn ku Çîn bi vê keştiya xwe, şiyana xwe ya arastekirina hêzên bejayî ya ber bi çalakiyên derveyê Çînê ve bi awayekî berbiçav zêde kiriye.