Kestiya koçberan binav bû: Herî kêm 39 kes mirin
21 hezîran 2023 23:15
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 21ê Hezîranê keştiyeke koçberan a ku bi dehan kes tê de bûn, di navbera giravên Fas-Kanarya de binav bû.
Li gorî ragihandina ajansa Reutersê di keştiyê de 59 kes hebûn û ji wan 39 kesan can da.
Hat diyarkirin ku xebatên lêgerîna bo 20 kesên winda ji aliyê hêzên perevaniya Îspanya û Fasê ve dewam dike.
Hefteya borî jî li peravên nêzî Yûnanistanê keştiyeke koçberan a bi qasî 750 kes tê de bûn binav bûbû, 104 kes hatibûn rizgarkirin û termê 82 kesan hatibû derxistin. Aqûbeta nêzî 500 koçberan hîn jî nediyar e.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Kestiya koçberan binav bû: Herî kêm 60 kes mirin!
17 tbx 2023
Jiyan
Li Derya Spî kestiya koçberan binav bû! 8 kes mirin!
11 nsn 2024
Cîhan
Koçberên di kestiya binavbûyî de hatin rizgarkirin: 20 ji wan Kurd in!
02 adr 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin