Cîgirê Serowkezîrê Kurdistanê li Talînê bi Serokwezîrê Estoniyayê ra civîya
PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, di roja duyemîn a serdana xwe ya bo Talînê, (12.03.2019) bi Serokwezîrê Estoniyayê Yuri Ratas ra civîya.
Di civînê da, Serowezîrê Estoniyayê kêfxweşiya xwe bi serdana Talebanî bo Talînê nîşan da û got ku welatê wî amadeya di warê avakirina hikûmeta elektironîk da alîkariya hikûmeta Kurdistanê bike û wê tecrûbeya serkeftiya Estoniyayê ya di warê hikûmeta elektironî da ji bo Herêma Kurdistanê veguhêze. Serokwezîrê Estoniyayê bi fermî hikûmeta
Herêma Kurdistanê ji bo beşdariyê di konferenseke navdewletî ya li ser pirsa hikûmeta elektironî ku biryar e di meha gulanê da li Estoniya bê sazkirin, vexwend.
Di civînê da Hîwa Efindî serokê Fermangeha teknolojiya û zaniyarî û Sefîn Xefur şêwirmendê taybet yê Qubad Talebanî amade bûn.
Her di berdewamiya serdanan xwe ya bo Talînê da, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Melbenda qeydkirina zaniyariyan kir û ji aliyê berpirsên Melbendê ve hatin pêşwazî kirin. Berpirsê melbendê ji şandeya hikûmeta Herêma Kurdistanê re behsa giringiya kar û xebatên Melbenda qeydkirina zaniyariyan ya Estoniyayê kir ku hemû data û zaniyariyên hikûmeta Estoniyayê li wê melbendê hatine parastin û bi awayekî elektironî ew zaniyarî hatine qeydkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin