Cîgirê serokwezîrê Kurdistanê: Rawestandina îxracata petrola Kurdistanê demkî ye
PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hamlan ragihand ku rawestandina îxracata petrola Herêma Kurdistanê ya ji bo lîmana Ceyhan a Adanayê demkî ye. Rêbaz Hamlan di bernama zindî ya tv ya Rûdawê de weha got:
“Wê ji Herêma Kurdistanê îxracata petrolê bi ti awayî raneweste ji ber ku ev pêvajoyekî qanûniyê û wê ji nûh de destpêbike. Me bi hukumeta Iraqê re li ser budçe, qanûna petrol û xazê lihev kiriye. Wê di wextekî nêz de îxracat destpêbike.
Em plan dikin ku îro heyetekî ji Herêma Kurdistanê bi sedema dadgeha navdewletî ya Parîsê Iraqê mafdar derxistiye, ji bo li ser mijarê biaxifin, wê here Bexdayê. Em ê li ser mekanîzmeyekî lihev bikin heya qanûna budçê di parlementoya federal de bê qebûlkirin û di vê navberê de divê îxracata petrolê nesekine.
Ji petrolê em qezenc dikin û Tirkiye qezenc dike. Eger sewqiyat raweste em û Tirkiye dê zerarê bibînin. Ji ber vê jî divê mijar çareser bibe.
Ji bo me dayîna mehaneyên xebatkar û memûrên Kurdistanê esase û hukumet li gor wê xwe eyar dike û heya ji destê me were, em ê kêmasiyan nexin dayîna mehaneyan.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin