Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê bi konsolosê Tirkiyê re civiya

05 nîsan 2022 21:37
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê bi konsolosê Tirkiyê re civiya

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Cafer Şêx Mistefa pêşwazî li konsolosê Tirkiyê yê Hewlêrê Hakan Karaçay kir.

Piştî civînê serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di hevdîtinê de, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê, pêwendiyên dîplomatîk ên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û pêşxistina wan pêwendiyan hatine gotûbêjkirin.

Şêx Mistefa di hevdîtinê de bal kişand ser krîza siyasî ya Iraqê û pêwîstiya lihevkirineke li gorî berjewendiyên giştî bo damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê anî ziman.

Karaçay jî bal kişand ser pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê û girîngiya hevkariya bo pêkanîna îstiqrar û ewlehiya li herêmê bibîr xist.