Cîgirê Esed derbasî Qamislo bû
05 berfanbar 2019 20:44
PeyamaKurd - Cîgirê Serokomarê Sûriyê Elî Memlûk îro Pêncşemê derbasî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bû, bi mebesta hevdîtinan ligel serokeşîr û rûspiyên eşîrên herêmê bike.
Li gorî çavkaniyên herêmê biryar e Cîgirê Beşar Esed li Qamişlo hejmarek hevdîtinan ligel serokeşîr û rîspiyên eşîrên herêmê pêk bîne.
Lê belê nehat eşkerekirin ku, Cîgirê Beşar Esed wê bi rayedarên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re hevdîtinan bike yan neke.
Hîn derbarê serdana Elî Memlûk de ti zanyariyên fermî nehatine belavkirin.
Elî Memlûk ku berê berpirsê saziya îstixbarata Sûriyê bû, ji 9ê Tîrmeha 2019an ve jî weke Cîgirê Serokomarê Sûriyê Beşar Esed yê ji bo karûbarên ewlehiyê hatiye desnîşankirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
ENKS: Îro rojeke dîrokî ye, peykerên Esed li Qamislo û Hesekê hatin xwar
08 brf 2024
Jiyan
Esed: Niha derfet heye em ji sîstema navendî derbasî ya nenavendî bibin
15 tbx 2021
Jiyan
Hêzên hevpeymaniyê yên ji baregeha Tacî vekisiyan derbasî Eyn Esedê bûn
24 tbx 2020
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin